Link

Hûn bi xêr hatin

Koma Bikarînerên XeLaTeX ya Kurdî

Armanca sereke ya vê komê, bi kar anîna sîstema nivîsa XeLaTeX ji bo nivîsandina zimanê Kurdî ye û jî afirandina platformek ji bo hêsan kirina hevkarî di nav civakên zanistî yên kurdan de ye.


TeX çî ye?

TeX sîstema amade kirina nivîsê (typesetting bi Înglîsî) ye ku “ji bo afirandina pirtûkên xweşik û bi taybetî ji bo pirtûkên ku gelek matematîkê tê de heye” ye. Berevajî sîstemên din ên prose kirina nivîsan, mîna Microsoft Word ku “what you see is what you get (WYSIWYG)” (bi Kurdî, “ya ku hûn dibînin, tiştê ku hûn digirin e”) bikar tînin, nivîsandina li ser TeX bi bi karanîna nivîsa sade li gorî sintaksiya TeX pêk tê.

TeX di sala 1978-an de ji hêla zanyarê kompyutir, Donald Knuth ve hat çêkirin. Armanca sereke ya TeX alîkariya karûbarê nivîsandinê ye. Nivîskaran divê xwedan amûran be ji bo nivîsandinê hemî tiştê ku dixwazin, helbest be, hevsengîyek kîmyewî be an formulek matematîkî. Gotina TeX ji peyva Yewnanî τέχνη ye ku tê wateya hunerê. Ji ber ku fonema χ di kurdî de (û gelek zimanên din) tune ye, em dikarin bibêjin têk an têx, lê ne têks!

Hin taybetmendiyên sereke yên TeX wekê jêrîn in:

  • Amadekirina kovar, pirtûk, raport, gotar û silaydên pêşkêşî
  • Belgeyên mezin bi gelek beş û dabaşan rexistin
  • Nivîsandina matematîkê û zanistên din û mijarên teknîkî
  • Saz kirina bîbilyogirafî û referans dan bi hêsanî
  • Bi kar anîna hêja ya materyalê girafîkî
  • Veguheztina formatên din ên mîna HTML

Di bingeha TeX ê de, gelek sîstemek din hatine afirandin ji bo piştgiriya ziman û nivîsarên din. LaTeX û XeLaTeX du sîstemên bernas in ku îro bi berfirehî têne bikar anîn.

XeLaTeX ji bo Kurdî

Berê, TeX tenê çend zimanan bi tîpên Latînî piştgirî dikir û piştra, gelek ziman û nivîsar hatin zêde kirin. XeLaTeX li ser TeX hate afirandin û li Unicode piştgirî dike. Kurdî gelek zarav û nivîsên wî hene û XeLaTeX ji bo wî sîstemek îdeal e, bi taybetî bi bikaranîna Polyglossia. Ji bo afirandina belgeyek bi XeLaTeX bi Kurdî, divê belgeya we wiha be:

\begin{lstlisting}
 \documentclass{article}
 \usepackage{polyglossia}

 \setdefaultlanguage[variant=kurmanji,script=latin,numerals=western]{kurdish}

 \begin{document}
 \end{documentu}
\end{lstlisting}

Di rêza yekem de, hûn dibêjin ku belgeya we gotarek e (article). Rêzên 2 heta 4 ji bo bi kar anîna Polyglossia ye û dibêjin ku dixwazin Kurmancî bi rênivîsa Latînî bi kar bînin. Kevala jêrîn sercem vebijarkên Polyglossia ji bo Kurdî nîşan dide.

Polyglossia namevariantscriptnumerals
Kurdishsoraniarabic, latineastern, western
Kurdishkurmanjiarabic, latineastern, western

Bo nimûne, ger hûn dixwazin bi Soranî bi hejmarek tîpên Erebî û rênivîsa Erebî belgeyek çêbikin, hûn mîhengên xwe li rêza 4 wiha diguhezin:

 \setdefaultlanguage[variant=sorani,script=arabic,numerals=eastern]{kurdish}

Li versîyona niha ji Polyglossia Soranî û Kurmancî di her du tîpan Erebî and Latînî hene. Di derbarê salnameyê de, salnameya zayînî bi tenê heye. Bala xwe bidin ku du rewşan hene ji bo nîşan dana tarîxê: \today û ontoday. Li rewşê yekem de, tenê navê meha û hejmarên roj û sal tê, bo nimûne, 30 Gulan 2020. Lê li rewşê paşîn, ê ya Îzafe jî tê, bo nimûne 30ê Gulanê 2020. Vê vebijarkê tenê dema karanîna tîpên Latînî peyda dibe.

Ji bo zanyarîya zêdetir li ser Polyglossia û zimanê Kurdî, biçin vir.

Belgeyan

Hûn dikarin belgeyên sade li ser cûreyên XeLaTeX bi zaravayên û nivîsarên cuda li jêr bibînin:

Nûçeyên xweş! ☺️🎉

Hetwan Xalîd, xwendekarê fîzîkê yê zanîngeha Koyê ya Kurdistanê, pirtûkek li ser LaTeX bi kurdî (Soranî - Erebî) amade kiriye. Dem û dilxwaziya wî ji bo civakên zanistî yên kurd gelek bi nirx û sûdmend e. Bijî, Hetwan!

Li vir pirtûka ku hûn dikarin belaş dakêşin heye!.

Hatwan Khalid Learn LaTeX Kurdish book cover


Di derbarê projeyê de

Armanca me ya sereke di vê projeyê de çêkirina naverok bi Kurdî ji bo civakên zanistî yên kurdî ye. Hûn dikarin biçin malperên me bi Soranî and Kurmancî. Dikarin mijar û pirsên xwe li https://groups.google.com/forum/#!forum/kurdishxelatexusersgroup binivîsin.

Beşdarî

Hûn dikarin ji hêla afirandina naverokê jî beşdarî vê komê bibin. Biçin https://groups.google.com/forum/#!forum/kurdishxelatexusersgroup.